Print this page

Şagirtên Mala Zanînê bi bermahiyan lîstikên xwe çê kirin

Şagirtên Mala Zanînê ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bermahiyên malan ji bo dersa xwe ya Aqil û Zanatiyê lîstikên aqil û jîrahiyê hilberandin.

Ji ber nexweşiya koronayê (Covîd-19) li seranserê welat perwerdeya rûbirû navber hate dayîn û perwerde bi awayekî online tê kirin, şagirtên Mala Zanînê ya Şaredariya Bajarê Mezin jî, di dersa Aqil û Jîrahiyê de li mala xwe bermahî b kar anîn û ji wan pêlîstok hilberandin.

Şagirtên dersa Aqil û Jîrahiyê, ji bo kelûpelên avêtinê dagerîne, ji kelûpelên bermayî yên mala xwe hunerên cur bi cur bi pêş xistin. Şagirt bi taybetî lîstokên ku çistiya dest û çavan bi pêş dixin çêdikin û bi wan ve ligel kesên mala xwe dilîzin.