Zabiteya Şaredariyê servîs venêrtin

 

Serokatiya Daîreya Zabitaya Şaredariya Bajarê Mezin, li Herêma Pîşesaziya Bi Organîze, servîsên xebatlaran di warê ruxsed, maske û dezenfektê de saxtî kirin. 

Şaredariya Bajarê Mezin, li seranserê bajêr tevdîrên Koronavirûsê (Covîd-19) li ber çavan digire û kontrol û saxtîyên xwe berdewam dike. Ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Zabiteyê, li Herêma Pîşesaziya Bi Organîze ya li ser rêka Elezîzê, kontrol di servîsan de kir û seh kirê ka çiqasî pabendê tevdîrên maske û paqijiyê ne. Her weha ruxsed jî hatin venêrtin. 

Ekîbên zabiteyê, servîs rawestand û sehbêrîya wan kirin ka li gorî tevdîran çiqas rêwî hilgirtine, ka astîseptiya destan di servîsan de heye an tune ye. Zabiteyan welatî hişyar kirin ku pêbendê tevdîrên koronayê bin û hay ji paqijîya xwe hebin, maskeyên xwe bidin ber devê xwe. Şofêrên li gorî tevdîran tevnegeriyane jî hatin hişyarkirin û ceza li wan hate sepandin.

Serokatiya Daîreya Zabiteya Şaredariya bajarê Mezin, di dema pandemiyê de dê kontrolên xwe li seranserê bajêr berdewam bike.