Şaredarî rê û rêbaran ji berfê dimale

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi barîna berfê re tevdîrên xwe zêde kirin da ku şêniyên bajêr ji şiliyê zêde mexdûr nebin û bi 18 amûrên malîn û pakkirina berfê di xizmeta welatiyan de ye. 

Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi barîna berfê re li seranserê bajêr tevdîrên xwe zêde kirin da ku welatî zêde ji barînê zirarê nebînin. Li bajarê Diyarbekirê, vê sibê, saet 04.00ê destê spêdê barîna berfê dest pê kir, pê re ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Rêbaran bi 50 xebatkar, 5 amûrên malîn û xwêkirina rêyan, 2 amûrên malîna berfê, 4 greyder û 4 amûrên JCB bi giştî bi 18 amûran li seranserê bajêr dixebite. Ekîbên şaredariyê, hemû rêyên sereke xwê dike da ku şênî tu zirarê nebînin, erebe neşemitin û tu qeza çênebin.   

‘Ger tengavî çêbin dikarin li xeta ALO 153 bigerin’

Şaredariya Bajarê Mezin bi daxuyaniyekê eşkere kir ku, Şaredarî bi hemû ekîbên xwe li meydanê di amadebaşiyê de ye û bang li welatiyan kir ku heke kêmasî û pirsgirêkek çêbe ew dikarin bi ALO 153 û xeta WhatsAapp 05501 121 21 21 bigerin û hawarê bixwazin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, kesên bê mal û li derve dikarin hawara xwe bigihînin mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin.