Şaredarî di vê berf û pûkê de bi hawara kûçikan çû

 

Ji duh ve ye li bajarê Diyarbekir û derdora wê, berf û pûkeke dijwar dibare, Şaredariya Bajarê Mezin, div ê sermayê de bi hawara 5 cewrikên nû terikî yê dêleseyekê rabû û nehişt ji serma biqefêlin. 

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin, xwe gihand hawara dêlikekê û ew û 5 cewrikên wê yên nûzayî ji sirêbirînê xilas kirin. Li ser giliyekê, ekîbên bi ser Navenda Venihêrtin û Rehabîlîtekirina Heywanan xwe gihand kûçikekê û 5 cewrik anîbûn dinyayê. Ekîban, delik û cewrikên wê birin stargeha heywanan. 

Rewşa kûçikan baş e

Her pênc cewrikên nû zayî û dêlese anîn navendê û beyter sehbêriya wan kir. Paşê xwedaniya kûçikan hate kirin û hate gotin ku rewşa delik û her pênc cewrikên wan baş e.

Şaredarîyê, bo heywanên kuçeyan xwerek danî

Şaredariya Bajarê Mezin, di vê serma zivistanê de heywanên li kuçeyan ji bîr nekirin û ji bo wan, xwerek danî.