Îjar 'Li Kuçeyê Huner Heye' di kuçeyên Bîsmîlê de bû

 

 

Hunermendên Konservatuara Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin, her dawiya hefteyê di çarçoveya bernameya “Li Kuçeyê Huner Heye” de li devereke cuda ya bajêr hunerê dadixe kuçe û kolanan, vê hefteyê jî hunera xwe bire kuçeyên Bîsmîlê û şêniyên navçeyê şa kirin.

Konservatuara Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin, di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Hunerê de bernameyên xwe yên dabînkirina hunera li kuçe û kolanan berdewam e. Vê hefteyê, hunermendên Konservatuara Bajêr, di çarçoveya bernameya “Li Kuçeyê Huner Heye” de li kuçeyên Bîsmîlê bi hunerhezan re bû. Hunermendan li Parka Birayetî ya Bîsmîlê stranên Kurdî; Zazakî-Kurmancî û Tirkî gotin, dîwana dengbêjan gerand, govend û hin nimayîşên hunerî pêşkêş kirin.

Şêniyên navçeyê kêfxweşiya xwe ji bernameyê derbirîn û spasiya rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin kirin. Hate diyarkirin ku bermaneyên hunerî dê berdewam bikin.