Print this page

Xebatên bo jinan hatin nirxandin

 

 

Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbat û Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin, bi saziyên civaka sîvîl re civînek li dar xist û tê de xebatên sala 2020’ê yên ji bo jinan hatine kirin û yên sala 2021’ê dê ji bo jinan bêne kirin hatin axaftin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbat û Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta jinan tevli jiyana civakî bike û di warê îstihdamê de deriyên debarê ji jinan re veke xebatên cıur bi cur ji bo jinan dimeşîne.

Bi vê mebestê Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbat û Jinan, bi saziyên civaka sîvîl re civîneke berfireh pêk anî û di civînê de xebatên bo jinan ên sala 2020’ê nirxandin û der barê plansaziya xebatên bo jinan ên sala 2021’ê de jî bîr û boçûnên xwe parve kirin.

Civîn, li Navenda Çand û Kongreyan bi Serokatiya Seroka Daîreya Malbat û Jinan Ayşe Handan Eker hate lidarxistin û nûnerên Miftîtiya Bajêr, Weqfa Ensarê, Weqfa Parastina Zarokên Muhtac, Weqfa Diyanetê, Yekitiya Nivîskarên Diyarbekirê, Komela Nebînayan, TUGVA, Nûnergeha Sendîkaya Tenduristî ya Diyarbekirê, Weqfa Bangewazî û Biratiyê û Komeyela Kinali Eller beşdarî kombûnê bûn. Di kombûnê de xebatên sala 2020’ê hatin nirxandin û planên bo sala 2021’ê hatin aşkerekirin.