Bernameya meha sibatê ya çand-hunerê ya şaredariyê aşkere bû

 

Şaredariya Bajarê Mezin, her meh, bernameyên têrtijî yên çand û hunerî bi awayekî online ji bo hunerhezan pêşkêş dike, bo meha sibatê jî bi slogana “Kanûnê Xwe Berhev Kir û Çû, Sibat jî Li Ser Çûnê ye” bername tên amadekirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi serpereştiya Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî her meh, di warê çand û hunerê de reze bernameyan pêk tîne.

Ji ber virûsa koronayê bername bi awayekî online têne pêşkêşkirin û bernameya meha sibatê 3’ê mehê dest pê dike û 28’ê mehê jî bernameya meha sibatê bi dawî dibe. Slogana meha sibatê “Kanûnê Xwe Berhev Kir û Çû, Sibatê jî Li Ser Çûnê ye” tê lidarxistin. Bermane têrotijî ne û hunerhez dikarin demeke têr hunerî derbas bikin. şaredarî her meh bernameyên çand û hunerî li dar dixe.