Â
Şaredariya Bajarê Mezin, bi navê ‘Atolyeya Zimanên Şaristaniyê’ kursên bi 6 zimanên qedîm dide destpêkirin, ev ziman Kurdî; Zazakî-Kurmancî, Erebî, Farisî, Osmanî û Suryanî ne. Nêzik e dê qeydên bo kursan dest pê bikin.
Di bin banê Åžaredariya Bajarê Mezin de, xebatên ji bo damezrandina Atolyeya Zimanên Åžaristaniyê dest pê kirin. Kursên ziman dê ji aliyê Midûrtiya Åžaxa Pêşvebirin û Parastina Ziman a bi ser Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî de bê meÅŸandin û mebesta vê xebatê ew e ku welatî fêrî zimanên qedîm bibin. BeÅŸdarên kursan dê di Atolyeya Zimanên Qedîm de fêrî zimanê Kurdî; Kurmancî- Zazakî, Erebî, Farisî û Suryanî bibin. BeÅŸdar divê di ser 18 saliyê de bin û ders ji aliyê mamosteyên ÅŸareza ve bên dayîn.    Â
Ligel şewba coronayê jî ji ber giringiya kursan hemû kurs dê bi awayekî rû bi rû bêne pêkanîn. Her weha ji ber pêla pandemiyê kontenjanên kursan dê sînorkirî bin. Ji bo beşdariya kursan û çêkirina qeyda xwe di navbera 18’ê sibatê û 05’ê adarê de divê qeyda xwe li ser Online Başvuru Adresine gitmek için tıklayınız bêne kirin û forma vê derê bête dagirtin. Ji bo beşdariyê Şaredariya Bajarê Mezin dê bi rêya SMS’ê kursiyeran agahdar bike ka hatine qebûlkirin an na.
Piştî qeyd hatin wergirtin Atolyeya Zimanên Qedîm di 08’ê Adara 2021’ê de dê dest bi perwerdeya xwe bike û bi 6 zimanan xelkê fêr bike.