Li Mala Zanînê perwerdeya rûbirû dest pê kir

 

 

Mala Zanînê ya bi ser Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber nexweşiya covîdê perwerdeya xwe ya rûbirû rawestandibû û perwerde bi awayekî online dikir, niha jî, bi biryara MEB’ê dîsa dest bi perwerdeya rûbirû kir.

Mala Zanînê ya di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin de ji ber pandemiyê perwerdeya xwe bi awayekî online dikir, niha jî bi biryara MEB’ê dest bi perwerdeya rûbirû kir. Qasî hezar û 500 xwendekar ji dersên Mala Zanînê sûdê werdigirin.