Şaredariyê zarokên destteng li bajêr gerandin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên ku malbatên wan xizan û destteng in li bajêr ger û geştek li dar xist.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên ku malbatên wan di warê aborî de destteng in, geşt û geryaneke bajêr li dar xist. Di geryanê de zarok li şûnwarên dîrokî û geştyarî geriyan û rêberên bi ser Midûrtiya Şaxa Turîzmê serperiştî ji geştê re kir.

Koma zarokan ji 35 kesan pêk dihat û bi serperiştiya rêberên turîzmê, zarok li şûnwarên tarîxî yên Diyarbekirê geriyan û der barê wan de agahî ji pisporan wergirtin.