Zarok li şûnwaran gerîyan

Şaredariya Bajarê Mezin, zarokên ku li dibistanên sporê perwerde dibin, li Keleha Zerzevanê ya dîrokî gerandin.

Serokatîya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan, ji bo zarokên 8-14 salî bi slogana “Were Sporê” dibistanên sporê li dar xistine, ji bo şagirtên van dibistanan, ger û geştek ji bo şûnwarên dîrokî Keleha Zerzevanê pêk anî û zarok li şûnwaran gerandin.

Ev ger ji bo zarokan bi mebesta naskirina şûnwarên dîrokî hate lidarxistin û ev geşt bi beşdariya 63 şagirtên di beşa Jîmnastîkê de rahênan dikin bi tevkariya perwerdekaran hate pêkanîn.

Perwerdekaran, der barê keleha Zerzevanê de agahî dan zarokan. Ev keleh di serdema Împaratoriya Romayê de wek leşkergeh hatiye bikaranîn û di kelehê de Perestgeha Mîthras heye.

Zarok bi kelecan li Keleha Zerzevan gerîyan û wêneyên xwe girtin.

Piştî ger û geşta li Keleha Zerzevanê zarokan berê xwe da Şitilgeha Şaredariya Yenîşehrê û li vê derê hem bêhna xwe vedan hem jî leyîstin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo hişmendiya dîrokê li cem zarokan bi pêş bikeve û zarok şûnwarên bajarê xwe nas bikin dê ger û geştên xwe yên weha berdewam be.