Mêvan bi xeml û şemla bajêr tên pêşwazîkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li Çatrêka Nefelê xebatên peyzajê meşandin û turîstên deranî û xweyanî dê bi dîmenên spehî yên bajêr bên pêşwazîkirin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji bo mêvanên tên serdana bajêr, li derwazeyên bajêr xebatên xeml û şemlê dimeşîne.

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên peyzajê dimeşîne, li Çatrêka Nefelê ya li derwazeya Balafirgeha Bajêr dest bi xebatên xemilandinê kir. Ekîbên Şaredariyê depoyeke avê ya 350 ton li Çatrêka Nefelê dabîn kir, dar û devî û kulîlk lê çandin.