2121 şitil tên çandin

 

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, di 21’ê kanûna 2021’ê de gava çalakiya “Em di 21’ê de hev bibînin” da destpêkirin daristana bîrhatinan ava kiribû, şitilên pêşîn li vê daristanê tên daçikandin. 

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebata “Em di 21’ê de hev bibînin” de xebatên ji bo “Daristana Bîrhatinê ya Diyarbekir21” qedandin.  

Daristana Aştiyê li navçeya Yenîşehrê ye û di pêla ewil de dê 2 hezar û 121 (2121) şitilên daran lê bêne çandin û her weha dê bi qasî parvekirin û likeyên 21’ê Kanûnê jî şitil bêne çandin. 

Şitila ewil dê walî Karaloglu biçîne 

Walî Karaloglu gelek giringiyê dide ku bajêr hêşîntir bibe, lewra jî şitila ewil a daristana bîrhatinan a bi navê Daristana Aştiyê dê ji aliyê Walî ve saet di 12’ê de bête daçikandin.

Walî Munîr Karaloglu, li ser medyaya civakî helkefta “Serdem 21, sal 21, temen ji 12 hezar û 500 salan zêdetir. Diyarbekir, qedîm, adan, merd û dilxwaz. Hûn jî kerem kim em di 21’ê de bigihîn hev” dabû destpêkirin û gelek piştgirî jê re hatibû.