Print this page

Karaloglu: “Dîmena ‘Eskî Halê’ ne hêjayî vî bajarî ye”

Wali Karaloglu:

“Em dixwazin, em bi hev re şemala pêşxistina vê herêmê pêxin. Ez wek rêveberekî vî bajarî di wê baweriyê de me; divê em bi hev re vê herêmê veguherînin.”

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, di hevdîtina ligel esnafan de diyar kir ku hala fêkî-sewzeyan bi reng û şiklê xwe ne hêjayî vî bajarî ye û got ku divê ew demildest bête nûjenkirin û bibe qada bazirganiya vî bajarî.

Hevdîtina bi esnafan re li Salona Konferansan a Navenda Çand û Kongreyan a Şaredariya Bajarê Mezin hate lidarxistin û di vê civîna bi serperiştiya Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu de, der barê rewşa Eskî Halê de nêrînên esnafan hatin wergirtin û Walî Karaloglu amaje bi girîngiya veguherandina Halê kir û got, ev Hal bi vî halê xwe ne hêjayî vî bajarî ye.