Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

3 hezar zarok çûn pêş sînemayê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên hunerî de ji bo zarok û mezinan rojên sînemayê bêpere li dar dixe, di meha gulanê de 3 hezar jê zarok, 4 hezar kes çûn pêş sînemayê.

Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta pêşxistina çanda hunerî li bajêr, rojên sînemaya bêpere li dar dixe. Bernameya meha gulanê bi fîlmên dawiya hefteyê bi dawî hat. Vê hefteyê li salonên sînemayê yên Navenda Çand û Kongreyan a Şaredariya Bajarê Mezin ji bo zarokan fîlma “Diranê Spî” û “Jumbo” bo mezinan jî fîlma “Destana Qralê Kirêt” hatin nîşandan. Meha gulanê 4 hefteyan fîlm hatin nîşandan û 3 hezar zarok hatin ber van fîlman û hezar jî mezinan fîlm temaşe kirin.

Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî ji bo meha hezîranê jî dê pêşandana sînemayê bi fîlmên aktuel berdewam bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan