Armanc e heta 2023'ê 40 hezar donim baxçe bê danîn

 

Walî Karaloglu:

“Bi xebatên li gund û taxên derakî, armanc ew e ku heta sala 2023’ê 40 hezar donim baxçeyên fêkiyê bi qalik bê danîn.”

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, beşdarî pêkanîna Şaredariya Bajarê Mezin a niçilandina darên xirş bi darên gûzê bû.

Ev projeya niçilandina darên xirş ên fêkî nadin a bi dara gûzê, bahîvê û fistiqê 16 milyon lîre lêçûnek girtiye. Di encama projeyê de ev darên xirş dê bo dara gûzê, ya behîvê û ay fistiqê bene veguhastin.  

Bernameya niçilandina daran li Gundê Ekincilera bi ser Yeşîşehrê hate pêkanîn. Di bernameyê de Walî Karaloglu bal kişand ku wan niha 10 hezar dar bi şitilên dara gûzê niçilandine û got ku armanc ew e heta sala 2023’ê 40 hezar donim erd bi baxçeyên darên bi qalik bê pêkanîn.