Vejîna li Sûran berdewam e

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, xebatên restorekirina li ser sûrên dîrokî seh kir.

Xebatên restorekirina birc û bedenên Keleha Diyarbekirê ku di nav Lîsteya Mîrateyên Çandî yên Cîhanê yên nUENESCO’yê de ye par bi restorekirina 5 bircan dest pê kir, xebat bi restorekirina Îçkaleyê/Navdêzê dewam dike.  

Walî Munîr Karaloglu der barê restorasyona li ser Birca Heft Bira, Bira Pîroz û Birca Keçikê agahî ji rayedaran wergirtin û Walî Karaloglu kevir danî ser dîwarê bircê, xerc xiste navê û şopek li sûrên dîrokî hişt.

Karaloglu, ji karkerên li ser karûbarên restorasyonê mijûl re got ku ew bi karekî gelekî giring radibin û weha axivî:

 “Vejîna di sûran de berdewan e. Sûr mîrateya şaristanî ya Diyarbekira me ye, me xebatên restorekirinê di cih de seh kirin. Sûr mîrateya me ya herî giring e di navbera raborî û siberoja me de û çaksaziya wan ji aliyê me ve pir giring e. Em hew didin vê mîrateya xwe biparêzin û em ê biparêzin.”

Salname Lêgerîn

« Gulan 2021 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31