Şikefta Eshabê Kehf bo turîzmê tê amadekirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên çaksaziyê li ser Şikefta Ehsabê Kehf dimeşîne. Şikefta navborî li gundê Duru yê navçeya Licê ye.

Walîyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, ji bo nirxandina rewşa navçeyê çû Licê, serdana şikefta Eshabê Kehf da û talîmat da ku hawirdora vê şikeftê bê çêkirin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, bi mebesta vê derê bo turîzmê bê amadekirin, dema welatî serdana şikeftê dikin da ku bi rehetî bikaribin tevbigerin û li deverê bi rehetî îbadet bê kirin, projeyek amade kir.

Mizgeft tê çêkirin

Di çarçoveya projeyê de, li ser qadeke 290 metrekare mizgeft tê çêkirin, avdestxaneya dora mizgeftê tê amadekirin.

Ekîban, pêlikên kevir li ser rêbara şikeftê saz kir, dema welatî serdana şikefta Eshabê Kehf didin nekevin jî dora rê hate pejankirin.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2021 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31