Asfalta Pira Zanîngehê hate nûkirin

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, xebatên asfaltkirina li ser Cadeya Dr. Yusuf Azizoğlu venêrt.

Şaredariya Bajarê Mezin, çendek berê bi mebesta hatûçûneke bi ewle ya wesayit û peyayan lempe li Pira Zanîngehê dabîn kirin niha jî ji bo siware hatûçûneke bi konfêr tê de bikin xebata nûkirina asfalta pirê da destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Kordînasyona Binesaziyê, di çarçoveya xebata li ser Cadeya Dr. Yusuf Azizoglu ku ji Deriyê Çiyê dest pê dike heta Zanîngeha Dîcleyê li xwe digire de, asfalta Pira Zanîngehê nû dike.

Walî Karaloglu, xebatên li ser pirê di cih de seh kir û der barê wê agahî ji rayedaran wergirt.

Karaloglu der barê xebatê de got, “Me xebatên nûkirinê li ser pirê dabûn destpêkirin xebat li ber qedandinê ye. Bi vê xebata asfaltkirinê pir ewletir bûye. Em ê ji bo Diyarbekirê tiştên baş bikin.”