Serkeftiyên pêşbirkê hatin xelatkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, her dawiya hefteyê li ser hesabên xwe yên civakî pêşbirka “Ez kî me? Û Ez Li Ku Me?” li dar dixe, serkeftiyên pêşbirkê xelatên xwe standin.

Pêşbirkên çandî ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ve tên amadekirin û eleqeyeke mezin dibînin serkeftî li Navenda Çand û Kongreya a Sezai Karakoç hatin pêşwazîkirin.

Xelatên cur bi cur dan serkeftîyan û di merasîma xelatdanê de Midûra Beşa Şano û Sînemayê Handan Ekici, pêşkêşvan Umit Pektaş û amadekar û rêveberê projeyê Nihat Pektaş ji bo pêşkêşkirina xelatan amade bûn.

Pêşbirkên çandî yên bi navê “Ez Kî Me? û Ez Li Ku Me?” her hefte dê li ser platformên medyaya civakî ya Şaredariya Bajarê mezin bi mijarên cur bi cur weşana xwe bidomîne.