Wefadariya Şaredariyê ji “Pîr Ezîz” re

 

Şaredariya Bajarê Mezin, xebata xemilandina hawira Ziyareta Pîr Ezîz bi dawî kir, ev ziyaret li navçeya Hênî ye û ji bo turîzma baweriyê xwedî giringiyeke mezin e.

Walî Munîr Karaloglu, ji bo civînên nirxandina rewşa navçeyan vê carê çû navçeya Hênî û civînek pêk anî. Walî Kararloglu ji bo xelk biş rehetî bikaribin serdana tirbeyê bikin talimata xemilandin û tekûzkirina hawira Ziyareta Pîr Ezîz da. Der barê vî ziyaretî de hin çavkanî dibêjin ku ew neviyê Şêx Ebdulqadir Geylanî ye hin jî dibêjin ev tirbeya fermandarekî ye û li vir şehîd bûye.   

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo vî ziyarete li ser girekî bilind ê çiyayê Pîrezîz projeya hawirçakî û peyzajê amade kir. Ev tirbe li navçeya Hênî bi ser guhê Nêrîbê ye. Bi hezaran welatî tên serdana vê tirbê.

Seroaktiya Daîreya Park û Baxçeyan, di çarçoveya projeyê de ji bo zemîna Zîyaretê Pîr Ezîz 4 hezar û 875 metrekare kevirê parke û 500 metre bordûr danî.

Welatîyên ku têne ser vî ziyaretî, ji bo bikaribin lê birûnin çardax û kursîkên rûniştinê, ji bo zarok demeke xweş lê derbas bikin jî grûbên yarîgehan hatin bicihkirin û hawira tirbê amade bû.

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên çaksaziyê li ser şûnwarên di warê turîzma baweriyê de xwedî giringiyeke mezin, heman wext jî bi dîrok, çand û xwezaya xwe mêvanan mest dikin jî didomîne. Di vê çarçoveyê de şikefta Ehsabê Kehf ya li Licê, Mezelên Pêxemberan ên Gêlê û keleha Asûr tên birêkûpêkkirin û dora wan rêya meşê tê çêkirin.