Gerînendetîya Giştî ya Kargêriya Kanalîzasyon û Avê (DÎSKÎ) ya Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Pîranê bîreke avê ya nû veda û bi wê pirsgirêka avê çareser kir.
Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎ’yê, ji bo pirsgirêka avê ya navçeyan çareser bike projeyan bi pêş dixe.
DÎSKÎ’yê li navçeya Pîranê di encama xebateke sondajê de bîrek veda. Bi vê bîra avê re dê avê bidin navenda navçeyê.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, ji bol i ser projeyên li navçeya Pîranê têne meşandin bîr û raya xwe parve bikin serdana Qeymaqam Kadîr Yurdagul kir.
Tutşî piştre bi Şaredar Felat Aygoren re hevdîtinek pêk anî û der barê xebatan de şêwirîn. Tutşî û Aygoren xebatên sondajê yên li Devera Kendalan tên kirin seh kirin.
“Avdana baxçeyan û bikaranîna qaçax dibe îsraf”
Tutşî bal kişand ku ava tê navçeya Pîranê li gorî nifûsa navçeyê zêde ye lê ji ber ku bi vê avê baxçeyan av didin û avê bi awayekî qaçax dimezêxin av tê îsrafkirin û weha got:
“Heke em guhê xwe bidin van xusûsan em ê nekevin guneha tu kesî û av dê têra me hemûyan bike. Wek DÎSKÎ ji bo tu kes mexdûr nebe me xebata sondajê meşand, bîra avê veda. Di encama sondajê de bi pîvera debîyê 23lt/sn av hate dîtin. Em ê vê avê bidine navenda navçeyê. Ev ava bîrê dê ava navçeyê zêdetir bike. Ji bo tu arîşe di sondajê de çênebin me tevdîrên xwe girtin. Ji bo navçeya Pîranê aveke têr hilgire xebatên me didomin.”