Print this page

Mala Zanînê bi online xebatên xwe didomîne

 

Şaredariya Bajarê Mezin, xebat û dersên ku li Mala Zanînê berdewam in, birin ser qada dîjîtal.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan, bi boneya pandemiyê biryara qedexeya derketina derve hate ragihandin, ji bo bi hezaran xwendekarên di bin banê wê de perwerde dibin ji bo ji xizmeta perwerdeyê nemînin, dest bi perwerdeya online kir.  

Zarokên ku neçar in wexta xwe li malê derbas bikin, bi dersên online yên wêne, muzîk, govend, xebatên aqil û zanînê demeke bi şox û seng derbas dikin, hem fêr dibin hem jî kêfê dikin.

Mala Zanînê, servîsa Rêberî û Şêwirmendiya Psîkolojîk jî ji bo xwendekar di jiyana xwe ya perwerdeyê de serkeftî bin ji bo xwendekar û malbatên wan xizmeta online dike.

Di xebatên perwerdeyê de, ji bo perwerde li ber dilê xwendekaran xweş û rewam bibe carina pêşbirk tên lidarxistin, di encamê de xelatan didin xwendekaran.