Hefriyatvanên qaçax dê ji peykê bên şopandin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, pergaleke şopandinê bi pêş xist û dê bi wê li seranserê bajêr hefriyatvanan bişopîne.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, bi mebesta rê li ber dakirina bi rêya qaçax a hefriyata bajêr bigire “Pergala Şopandina Wesayitan” bi pêş xist.

Ekîb, dê bi vê pergalê li seranserê bajêr wesayitên hefrîyatan bişopîne û rê li ber dakirina bi rêya qaçax a hefriyatan bigire.   

 

Wesayitên nekevin pergalê nikarin hefriyatê hilgirin

Vê pergalê 12’ê adarê dest pê kir û heta 30’ê gulanê çi wesayita neketibe qeyda vê pergalê dê nikaribe axa hefriyatê, kertolên înşaatê hilgire û destûra guhastina hefriyatê ya firmaya wan dê betal bibe.  

Midûrtiya Kontrol û Saxtiya Jîngehê, bi awayekî çalak xebatên li qadên hefriyatê têne kirin seh dike. Ekîb, kesên li dijî rêgeznameyan tevdigerin jî ceza li wan dibire.