Print this page

Bi xetên nû hatûçûn rehettir e

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta xizmetguzariyeke baştir di warê hatûçûnê de ji welatiyan re bike ji 15ê Adarê ve bi xetên nû zerengiya hilgirtina rêwiyan ji sedî 20 zêde kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya Plansaziya Hatûçûnê de di encama çareseriyên ku ji bo optimizasyona komsiwariyê bi pêş xistine de xetên sereke A1, A2, A3 û A4 û 4 xetên teniştê dane destpêkirin û pişt re jî ji bo çareserkirina kêmasî û arîşeyan xebata Ar-Ge meşand.

Di çarçoveya xebatê de, xet û navendên veguhastinê li cih hatin sehkirin. Piştî ku gilîname, karta biaqil û daneyên GPS’ê hatin nirxandin, rayedarên Serokatiya Daîreya Hatûçûnê ligel sê muxtarên taxa Uçkuyuyê bi rêveberên sîteyên derdorê re civîn hatin kirin.   

Di encama nirxandinan de serê pêşîn di rêgeha ku 54 hezar hilgirtina wê heye, 4 xetên sereke yên nû û 4 jî xetên teniştê xistine dewrê û zerengiya hilgirtina rêwiyan a rojane bû 73 hezar. Berê vê xetê rojane 5 hezar rêwî hildigirtn niha ev hejmar bû 8 hezar û 500 rêwî.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xizmetguzariyeke rehet, ewle û erzan dê xizmetên xwe bêrawestan bidomîne.

 

“Xetên sereke di 8 deqeyan de seferekê dikin”

 

Seroka Daîreya Hatûçûnê Hulya Atalay, diyar kir ku li gorî xebata Ar-Ge ya mehekê ji sedî 45 rêwiyan berê xwe daye xetên sereke, ji sedî 55’ê rêwiyan jî berê xwe daye ringan.  

 

Atalay bal kişand ku berî niha di seferên nav taxê de rêwiyan 2 lîre didan niha di seferên ringan de bi 1 lîreyî hatûçûna xwe pêk tînin û Alatay weha axivî:

 

 “Bi danîna xetên nû re di boşayî û zêdebûna rêwiyên me de ji sedî 20 zêdebûn çêbûye. Her weha berî niha 3 xetên me hebûn ku rojane zêdetirî 4 hezar rêwî hildigirtin niha 6 xetên me rojane zêdetirî 4 hezar rêwiyan hildigirin. Xeta me ya herî zêde rêwiyan hildide gihîştiye 8 hezar û 646 kesan. Hema bêje hatûçûna ser vê xetê du qat zêde bûye. Berê herî zêde 4 hezar û 500 rêwî hildigirtin rojane, niha ev hejmar bûye 8 hezar û 646.” Atalay bi bîr xist ku di xetên berê de 20-25 deqe carekê sefer pêk dihatin, niha di xeta A1, A2, A3 û A4 ji serê 8 deqe carekê sefer heye û bi van guhartinan êdî xelk zêde li rawestgehan li benda otobûsan namîne.  

 

Atalay aşkere kir ku vê gavê ev hatûçûna kin tenê ji bo xetên A1, A2, A3 û A4’ê ye û got ku di xetên din de hêj ev guhartin nebûye.

 

“Bi sererastkirina nû re hatûçûn erzantir e”

 

Atalay da zanîn ku bi vê sererastkirina nû re derfet çêdibe ku di deverê de hatûçûneke erzantir bête kirin û weha axivî:

 

 “Kesên bo xetên navendê tên di 8 deqeyê de carekê, ku ev di 1 xetê de 16 erebe hene, bi 16 ereban em di xetekê de xizmetê didin. Di xetên ringê de navberên seferê di navbera 5 heta 10 deqe de ye. Di wextên cuda yên rojê de, dane sibê û êvarê ev servîsên me serê 5 deqe carekê sefera xwe dikin, di danên navrojê de ev sefer carê dibe navbera 8 û 10 deqeyan.”

 

Li ser daxwaza şêniyan revîze hate kirin

 

Atalay, destnîşan kir ku di encama hevdîtinên di çarçoveya xebata Ar-Ge hatine kirin de, xeta E8 bi awayê k udi cadeya Ekincilerê de derbas bibe hate revîzekirin û xeta A4 jî ji 19’ê nîsanê pê de dest bi seferên xwe kir.   

 

Atalay bi bîr xist ku şêniyan gazin dikir ku seferên ringa Uçkuyularê li ber Nexweşxaneya Lêkolînê bi dawî dibe û li wir zêde gelşe çêdibe û weha got, “Em dibêjin qey heqiya van gazinan heye. Lewra jî me cihekî vala li ber Nexweşxaneya Didanan peyda kir. Em ê peron, rawestgeh û tabelayan li wir dabîn bikin û xizmeteke baş bidin xelkê xwe.”

Atalay, da zanîn ku hevdîtinên ji bo sererastkirinên li rawestgehên li Afet Evleriyê di xetên teniştê de û rawestgehên li Nexweşxaneya Zanîngehê didomin û got, “Em ê ji bo her xetê peroneke cuda cuda bidin çêkirinû tabelayên wan lêkin da ku welatî hêsantir xwe bigihîninê.”