Print this page

Birca Keçikê dibe navenda nû ya çandê

 

Şaredariya Bajarê Mezin, Birca Keçikê ku birca herî mezin a Keleha Diyarbekirê ye wek navendeka çandê terxan dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo potansiyela çand, huner, dîrok û gastronomiya bajêr di asta neteweyî û navneteweyî de zêde bike projeyan pêş dixe.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, meydana biçûk a li pêşiya Birca Keçikê ku cihê serdana turîstan e û ji bo Diyarbekirê gelek giring e, wek qada fuayê terxan kir.

 

Pêşandanên sînemayê dê li ser bedenên sûran bên nîşandan

Ekîban, meydanka li ber bircê, li gorî kêş û hewaya bajêr, bi awayê ku bi şevê tîrêj bide ser dîwarên sûran dê pêşandanên sînemayê lê li dar bixe û bo vê amfî şano lê ava kir.

Ekîb, xebatên xwe yên li ser meydanê didomîne, bi mebesta dîmeneke spehî li qada fuayê peyda bûbe xebata peyzaja hawirdorê meşand, dar, devî û kulîlk lê çandin.

Piştî ku ev xebatên seroberkirinê li vir bi dawî hatin dê hunerhez li ber hewayê bi çalakiyên çand û hunerî temaşe bike. Her weha ev der ji bo bêhnvedana welatiyan jî dê bibe cihekî xweş.