Şaredarîyê berî qedexeyê çavdêrîya erzaqfiroşan şidand

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta welatî xwe bigihînin zexîreya baş û bi tendurist berî destpêkirina qedexeyan çavdêrîya li dukanên zexîreyê şidand.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, piştî ku Kabîneya Serokomariyê ji ber virûsê 17 rojan biryara qedexeya ji binî ve ragihand çavdêriyên xwe yên ji bo kargehên zexîrefiroş û depoyên wan zêde kir.

Ekîbên Kontrolkirina Xwerekê, li navçeya Peyas, Yenîşehir, Sûr û Baglarê ji bo kargehên ku dê dema qedexeyê xizmeta servîsa malê bikin kontrol û çavdêrî kirin. 

Di çavdêriyê de firoşgehên ku zexîreyê difiroşin û depoyên wan di warê hijyen, dema bikaranînê ya dawîn de hatin venêrtin. 

Şêranîfiroş hatin venêrtin

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, depoyên kargehên şêraniyê seh kirin, wek tê zanîn meha Remezanê xelk pir şêranî emel dike.

Ekîbên Kontrolkirina Xwerekê, di kargehên şêraniyê de, qonaxa çêkirinê, ka xebatkar maske didin ber devê xwe, ka cil û bergên wan çawane, kelûpêlên di depoyan de ka dema wan bi ser de neçûye, ka şekir û glîkozê bi kar tînin an na hatin venêrtin.  

Ekîban, di dema çavdêriyê de hişyarî li xwedanên kargehan kirin ku kêmasiyên xwe temam bikin û li gorî rêziknameya bazarê ya ji bo karê wan hatiye destnîşankirin, tevbigerin.

Şaredariya Bajarê Mezin, di dema qedexeya ji binî ve li seranserê bajêr ji bo welatî bikaribin xwe bigihînin erzaqê bi tendurist dê giliyan bide ber çav û çavdêriyên xwe bi plan bidomîne.