Şaredarî di karantînayê de li her derê ye

 

Şaredariya Bajarê Mezin, piştî ku ji aliyê Kabîneya Serokomariyê ve biryara karantînayeke sertaserî hate ragihandin bêrawestan bi hemû beşên xwe ve dê li xebatên xwe yên bajêr berdewam bike. 

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, hin ekîb damezrandin û bi vana 17 rojên karantînayê dê pêdiviyên nexweşan, kesên pêdivî bi alîkariyê û pîr û kalan bîne cih.

Şaredariya Bajarê Mezin, di mehan hevgirtin û alîkarîyê a rojî Remezanê de ji bo kesên hewcedar ên ku ji aliyê weqfên Alîkarî û Hevgirtina Civakî ve hatine diyarkirin dê 5 hezar qoliyên alîkariyê ku zexîre tê de heye belav bike.

Her weha bi Komên Piştgiriya Civakî ya Wefa re li seranserê bajêr di meha Remzanê de dê qoliyên keresê paqijîyê û şekirê li hewcedaran belav bike.

 

Dê saxtiya li zexîrê dewam bike

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, bi mebesta welatî bikaribin xwe bigihînin erzaqên bijûn div an 17 rojên karantînayê de dê satiyên xwe yên bo dukan û kargehên zexîrefiroş li navçeyên Peyas, Sûr, Baglar û Yenîşehrê bidomîne.

Ekîba ji bo di çarçoveya xebatên dermankirin, çaksazî û hawirçakiya li goristanan de dê qadên hêşîn ji giyayê neban bêt paqijkirin hatiye sazkirin, ji bo rêlibergirtina serjêkirina heywanan bi awayekî qaçaxî û nehêlin tu kes biçe serdanan dê bi ekîbên Midûrtiya Asayîşê re bixebite.

 

Dê kuçe û kolan bi ava şid bên şûştin

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, di vê dema karantînayê de di çarçoveya plansaziyê de li 4 navçeyên sereke dê paqijiyeke giştî bike û şeqam û kolanan bi ava şid bişo.

Di van 17 rojên karantînayê de, ekîbên paqijiyê, li Yenîşehrê Taxa Uçkuyular, Ekinciler, Gewran, Kuçeya Hunerê, Cadeyên Rizvanaxa, li Baglarê, Dortyolê, Nukhet Coşkun, ber Nexweşxaneya Jinan, Cadeya Qerejdaxê, li navçeya Peyasê Taxa Qereçala Jorîn, Duryana Cihanê ya Diclekentê, Bulvara Mahabadê, li Sûrê Mizgefta Nebî, heta derwazeya Hezretî Silêman, cadeyên Qibris, Gazî û Melikehmedê dê paqijiyeke sertaserî pêk bîne.  

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, dê li goristanên bajêr xebata paqijiyê bimeşîne.

 

Di 21 ÅŸantiyan de 496 xebatkar

Serokatiya Daîreya Rê Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê ku bi germbûna dinyayê re sezona asfaltê ya 2021’ê vekir, dê di 17 rojên karantînayê de xebata xwe li ser cade û kolanên bajêr bidomîne.

Li kuçe û kolanên ku zêde hatin û çûna wesayit û peyayan li ser heye dê xebata xwe ya darêtina asfaltê bi 21 şantiye û 496 karkeran bidomîne.

 

Di 41 rêgehan de bi 103 otobûsan xizmet dê berdewam be

Seroaktiya Daîreya Veguhastinê, di vê dema karantînayê de ji bo welatiyên ku qedexeya derketinê ji wan re tune ye mexdûr nebin, dê di 41 rêgehan de bi zerengiya jis edî 50 û bi 103 otobûsan bi xizmetê rabe.

 

Kesên bêkes dê li otelan bêne hewandin

Serokatiya Daîreya Zabiteyê, bi mebesta kesên bêkes, hewcedar û li derve mane bihewîne dê wan kesan li otelên Şaredariya Bajarê Mezin kifş kirî, bi cih bike.

Ekîbên zabiteyê, di dema karantînayê de dê giliyên der barê firoşkarên seyar, firin û herwekî din de bide ber çavan û saxtiyên xwe bêrawestan bidomîne.

 

Dê perwerde, bi online dewam bikin

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê, ji bo xwendekarên li Mala Zanînê, Akademî Lîse û Şevnişîna Keçikan ji dersên xwe paş neminin dê xizmetên perwerde û civakî bi awayekî online bidomîne.

 

Şaredarî dê bi bernameyên çand û hunerî bibe mêvanê mala gel

Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî, dê bi awayekî online di çarçoveya bernameya xwe de xebatên gotûbêj, dîwanên helbestxwendinê, pêşandanêm şano, çîrobêjî, konseran bidomîne.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî, di dema pandemiya 17 rojan de bi mebesta morale bide welatiyan dê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi stranên Tirkî, Kurdî û Zazakî konseran li dar bixe.