Print this page

Şaredarîyê bi 3 zimanan banga “Pêşî sebir, paşê eyd û fitir” kir

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî bi duristî tevli biryarên karantînayê bikin bi Kurdî, Tirkî, Zazakî anonsan dike û xelkê hişyar dike.  

Wezareta Navxweyî bi giştînameyekê karantina ragihandibû û gotibû ji saet 19:00’ya 29’ê Nîsanê heta saet 05:00’a roja Duşemî ya 17’ê Gulanê derketina kolanan qedexe ye, lewra jî Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî dernekevin derve û biryarê pêpes nekin hişyariyan dike û wan agahdar dike.  

“Pêşî sebir, paşê îd û fitir”

Ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Zabiteyan, hişyarname bi 3 zimanan amade kiriye û di anonsa bi Kurdî, Tirkî û Zazakî de weha dibêje; “Me heta niha fedakariyên mezin kirin ji bo ev keda me av û av neçe a qenc ew e en heta piştî cejna Remezanê guhdana biryara derneketina derve bikin. Ji kerema xwe ji bilî rewşên diyarkirî dernekevin kuçeyan. Pêşî sebir, paşê eyd û fitir. Rojî remezana we pîroz be.”

Ekîb, li ser kuncikê bajêr vê anonsê dikin û xelkê hişyar dikin, heta karantina biqede ev bangewazî dê bidome.