Şaredarî ji hilberîna kulîlkan kar dike

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di bîstanên xwe de 3 milyon û 500 hezar kulîlkên havîne, zivistane û salwextane çandin û ji sedî 40 bi berdêla piyaseyê li van kulîlkan xerc kir, her weha ji sedî 60 di qaseya wê de ma. Şaredariyê ji kulîlkan kar kir.   

Walî Karaloglu:

“Em kulîlkên zivistane, havîne, salwextane di bîstanê xwe de diçînin, ji sedî 60 me jê kar kir, ev kulîlk dê ji navendê ber bi çolterê bajarê me bixemilîne.”

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin kulîlkên ku refûj û duryanan dixemilînin li bîstanê xwe çandin û ji sedî 60 lêçûna wê kêm kir.  

Şaredariya Bajarê Mezin, di bîstanên xwe de 3 milyon û 500 hezar kulîlkên havîne, zivistane û salwextane çandin û ji sedî 40 bi berdêla piyaseyê li van kulîlkan xerc kir, her weha ji sedî 60 di qaseya wê de ma

 

Dest bi çandina 500 hezar kulîlkan hate kirin

Şaredariya Bajarê Mezin 3 milyon û 500 hezar kulîlkan li bîstanên xwe diçîne bi vê yekê yek ji şaredariyên pêş e i ser astê Tirkiyeyê, bi vî awayî hem kulîlkên xweşkûk diçîne hem jî ji sedî 60 lêçûna xwe kêm dike.

Ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan bi xebatên xwe bajêr dagerandiye gulistanekê û destê pêşîn yê kulîlkan datîne. Bo destê pêşîn 500 hezar kulîlkên havîne li her çar navçeyan datîne.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji bilî navenda bajêr dê bi van kulîlkên xwe park û seyrangehên navçeyên derve jî bixemilîne.

 

Ji bo Diyarbekireka mîna kulîlkan em dixebitin

Walî Munîr Karaloglu, der barê mijarê de daxuyand ku ew ji bo Diyarbekireke bi mislê gul û gulçîçekan dixebitin.

Karaloglu bal kişand ku Şaredariya Bajarê Mezin bi xwe kulîlkên xwe hildiberîne û got, “Ew kulîlkên havînî, zivistanî, demsalî hildiberîne û ji sedî 60 jê kar dike, ew ê ji navendê berê xwe bide gundewaran.”

Salname Lêgerîn

« Gulan 2021 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31