Walî Karaloglu: Heta tu kêmasî li tu rê û rêbarên nemîne dê bixebitin

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, xebatên çaksaziya rê û rêbaran ên Şaredariya Bajarê Mezin ên ku li navçeyên navendî li Baglar û Peyasê berdewam in, seh kirin.  

Serokatiya Daîreya Çaksaziya Rê Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, xebatên xwe yên çaksaziya rêbaran ên li navenda bajêr didomîne.

Ji ber karantînayê niha qerebalix li ser cade û rêbaran nîn e Şaredariyê ev yek ji xwe re kire keys û dest bi xebatên çaksaziya Duryana Dinya kir, ev duryana li navçeya Peyasê, Bulvara Mahabadê bi Bulvara Diclekentê ve girê dide.

Walî Karaloglu der barê xebatên ser vê duryanê û xebatên ser cadeyên Evrîm Alataş û Siwêregê yên li Baglarê têne meşandin agahî wergirtin û xwest ku li cadeya Evrim Alataşê ku qîr hatiye darêtin demildest xebatên refûj, peyarêk û ronîkirinê bêne sazkirin.     

Karaloglu der barê xebatan de got, “Baş dibe, dê baştir bibe. Em êheta ku tu kêmasiya tu rê, cade, bulvar, duryanan li Diyarbekirê nemîne xebatên xwe bidomînin.”

Di sehbêriyê de, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan û serekên daîreyan bi Karaloglu re amade bûn.