Zabiteyê kontrola şêranîvanan kir

Serokatiya Daîreya Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin, li kargehên şêranîfiroşiyê yên bajêr kontrol û saxtî kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta parastina tenduristiya gel li navçeyên Peyas, Yenîşehir, Baglar û Sûrê kontrolên xwe yên bo kargehan didomîne.

Serokatiya Daîreya Zabiteyan, bi boneya meha Remezanê û nêzikbûna cejnê, kontrolê li kargehên ku welatî zêde berê xwe didine û danûstandinê lê dikin, pêk tîne.

Ev saxtî û kontrol bi mebesta ku welatî erzaqê baş û bi tendurist bi dest bixe tên kirin, ekîb di saxtiyê de buhanameya kargehan, paqijî û xawêniya wan seh dike.

Serokatiya Daîreya Zabiteyan, kargehên ku kêmasiyên wan hatin dîtin hişyar kirin û kargehên li dijî rêgeznameya danûstandinê tevgeriyane jî ceza kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, di meha Remezanê û cejnê de dê kontrolên xwe li her 4 navçeyên navendî bêrawestan bidomîne.

Salname Lêgerîn

« Adar 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31