Şaredarî parkeke modêrn li Karazê çêdike

 

Şaredariya Bajarê Mezin, parkeke 9 hezar û 500 metreçargoşe li gundê Qeyaya Karazê çêdike.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, dest bi çêkirina Parka Gundê Qeyayê kir, ev park bi mebesta şêniyên gund wexteke xweş derbas bikin û li parkê vehesin, tê çêkirin.

Di nava parkê de dê kafeterya, mizgeft, gulistan, amûrên werzîşê, rê û rêbarên bo meşê wc bên çêkirin û ji bo zarokan jî li ser zemîneke nerm dê yarîgeh bêne danîn.

Ji bo şênî bi malbatên xwe re bikaribin lê vehesin û wexteke xweş lê derbas bikin dê 7 kamelyayên depîn ên 16 metreçargoşe li parkê bêne dabînkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, di nav parkê de li ser 238 metreçargoşeyî kafeteryayekê ava dike, li vê derê welatî dê karibin pêdiviyên xwe yên xwarin û vexwarinê bînin cih.  

Ji bilî 2 hezar û 970 zemîna hişk, dê 6 hezar û 530 metreçargoşe wek qada hêşîn bê bikaranîn û li vê derê dê ji toxm û celebên cuda 364 dar û 497 devî, her weha 6 hezar û 400 metreçargoşe jî çîm bête çandin.   

Salname Lêgerîn

« Gulan 2021 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31