Print this page

DÎSKÎyê ji bo gundê Çelikevlerê zend û bend şidandin

 

Gerînendetîya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), ji bo gundê Çelikevlerê ku ev demeke dirêj e pirsgirêka wê ya av û binesaziyê heye, xebat dan destpêkirin.

DÎSKÎ’yê, ji bo pirsgirêka av û binsaziya gundê Çelikevlera bi ser Yenîşehrê çareser bike zend û bend badan û ji bo ava vexwarinê û binesaziyê projeyek amade kir.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî û Qeymaqamê Yenîşehrê Murat Beşikçi, ji bo hûrgiliyê vê projeyê bi şêniyên Çelikevlerê re gotûbêj bike hevdîtinek bi gundiyan re li dar xist.  

Tutşî guhê xwe da daxwazên welatiyan û behsa hûrgiliyên projeya DÎSKÎ’yê kir.

Tutşî, bal kişand ku bi vê projeya ku bi piştgiriya Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu tê meşandin ew ê 24 saet avê bidin gundê Çeviklerê û dê ava wan qet neyê birîn.

Tutşî, bi bîr xist ku bi vê projeye ew ê xeteke avê ya 4 hezar û 933 metre deynin û got ku ev xebat 120 avahiyan li xwe digire.

Tutşî, destnîşan kir ku ji bo xizmeta binesaziyê bê arîşe bête dayîn ew ê xeteke 13 hezar û 834 metre ya kanalîzasyonê dabîn bikin û ew ê foseptîkeka bo 500 kesî çêkin û weha got:

 “Bi vê projeyê re ava qirêj a gundê Çelikevlerê, dê bi xeta neqilkirinê bigihînin Dezgehê Parzinandina Ava Qirêj. Ev projeya îhalekirî dê heta sersalê bi encam bibe. Em ji bo welatiyên xwe xizmeta herî baş dikin.”

Tutşî, di dawiya axaftinê de ji welatiyan xwest ku abonetiya ava xwe çêkin da ku bi awayê herî baş karibin ji xizmetê sûdê werbigirin.