Çênabe bi ava vexwarinê avdan bê kirin

 

Şaredariya Bajarê mezin, li navçeya Çinarê, bi pergala SCADA (Berhevkirina Daneyan û Kotrolkariya Navendî) tespît kir ku kesekî bi ava vexwarinê zevî av daye.  

Ekîbên bi ser DÎSKÎ’yê, diyar kir ku bi pergala SCADAyê wan tespît kiriye ku di xeta ava vexwarinê de hin caran asta avê daketiye lewra jî welatî mexdûr bûne.

Ekîban piştî 23’ê Nîsanê 5 rojan daneyên debîmetreyê kontrol kirine û hatiye dîtin ku di navbera saet 01:00 û 06:00 sibê de ava vexwarinê kêm bûye.   

2’ê Gulanê saet dora 12:00’ê şevê ekîban tespît kiriye ku ava vexwarinê kêm bûye û lewra agahî daye rayedaran.  

110 donim erd bi ava vexwarinê av daye

Hêzên ewlekariyê di encama lêkolînan de tespît kiriye ku camêrê bi navê S.D, bi xeta ava vexwarinê 110 donim erdê xwe bi awayekî qaçax av daye.  

Ekîbên DÎSKÎyê, ji ber vê kiryara wî der barê S.D. de cezayê qanûnê pêk aniye.

Em kaniyên avê bi bikaranîna qaçax serf nekin”

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, diyar kir ku divê kaniyên avê bi awayekî hişmendî bêne serfkirin û weha axivî:

 “Li navenda bajêr û navçeyên me pirsgirêka avê tune ye. Hinek kes bi ava vexwarinê zeviyên xwe av didin û welatiyên me yên din mexdûr dikin. Li navenda bajêr û navçeyan, ekîbên me dê der barê kesên ava vexwarinê bi qaçaxê bi kar tîne ceza bibire. Ji kerema xwe avê îsref nekin, bi bikaranînên bi qaçaxî em kaniyên xwe yên avê serf nekin.”