Print this page

Çi nema EKAY ji bo vejandina enerjiyê amade bibe

 

Şaredariya Bajarê Mezin, EKAY’ê ji bo vejandina enerjiyê saz dike. Çop û sergoya 17 navçeyan dê li vê dezgehê bê berhevkirin û jê enerjiya elektrîkê beye hilberandin. Proje gihîştiye ber qedandinê.    

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, li Meydana Vêkdana Sergoyê ya Qerejdaxê bi razemeniya 20 milyon dolarî projeya EKAY’ê dabîn kiriye, xebatên projeyê didomin.

Şaredariya Bajarê Mezin, di qonaxa serî ya projeyê de ji bo vejandina elektrîkê karê sazkirina 2 motorên biogazê yên bi 1,5 MW anî ber qedandinê.  

Di meydana vêkdana sergoyê de, xebatên elektrîk û otomasyonê û qablokirina trafoyan didomin.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, ji bo vejandina enerjiyê sazkirina motoran, elektrîkê, danîna otomasyonê û girêdanên wê û qablokirina trafoyê dê demeke herî kin de bi encam bîne û ji gilêşan elektrîkê bijene.  

Xebatên rehabîlîtasyonê %50 qediyan

Şaredariya Bajarê Mezin, dê bi vê projeya EKAY’ê ku her roj dê hezar û 475 ton gilêşî li vir serf bike û dê hilmeke paqij bide bajêr, xebatên rehabîlîtekirina li meydana vêkdana sergoyê ji sedî 50 bi encam bûne.  

Dûkêla ku berê ji gilêş û sergoyê bilind dibû û têkilî hewayî dibû bi xebata rehabîlîtekirinê hate vemirandin, rengê sergoyê winda bû û av li meydanê hate dakirin.

Ekîban, di çarçoveya projeyê de armanca sereke vejandina elektrîkê diyar kiriye û giranî daye vî karî, di qonaxa 2’yê de dê li qadê meydana vêkdana birêkûpêk û ûnîteyên ji hev vavartinê bêne avakirin.