Walî Munîr Karaloglu banga xwîndanê kir

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, bi boneya ku stokên xwînê yên Kizilayê kêm bûne banga xwîndanê kir.

Karmendên Şaredariya Bajarê Mezin, piştî bangewaziya xwîndanê ya Walî Karaloglu, bi serperiştiya Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, xwîn dane Kizilayê.

Şaredariya Bajarê Mezin di ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihand ku demildest xwînê bidin û ji bo di vî warî de hişyarî çêbe Şaredariya Sûrê vexwende vê kampanyaya xwîndanê.  

Rayedarên Kizilayê, ji ber beşdarbûna karmendên Şaredariyê bo xwîndanê, spasî li karmendan kir.

“Tu jî xwînê bide, mirovan sax bike”

Walî Karaloglu di daxuyaniya xwe de weha got: “Hemşarîyên hêja, de hadê mirovan sax bikin. Ji ber stokên Kizilayê kêm bûne hevalên me zend û bendên xwe şidandine. Karmendên Şaredariya Bajarê Mezin xwînê didin. Tu jî xwînê bide, mirovan sax bike.”