Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta parastina tenduristiya gel û rêlibergirtina nexweşiyên vegir li seranserê bajêr û hemû navçeyan xebatên dermankirinê bêrawestan dimeşîne.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, li 17 navçeyan, bi 312 karmend û 64 wesayitan ve dijî kelmêş, axolk, mêş û kêzikên zirara wan ji bo tenduristiya gel heye, bi dermanên biyosidal têkoşîna xwe didomîne.
Di vê têkoşîna dijî kêzikan de dermanên gorî standardên Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî (WHO) bi kar tîne û her qul û kujiyê heşere û kêzik lê ne dibîne û dermanan lê direşîne.
Li pengên avê û cihokên kanalîzasyonê hişyar bin
Serokê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê Kasim Aydin, bal kişand ku ji bo têkoşîna dijî kelmêş û pêşûyan bi taybetî baxçeyên sîteyan, pengên avê yên di bodrum û ser kelûpelên bermahî pengiyane û cihokên kanalîzasyonan ên apartmanan ji b ovan kêz û mêşan dibin hêlîn.
Aydin, bi bîr xist ku heke bi dermanên kîmyewî ev têkoşîn bê kirin dê zirara xwe gelek ji xwezayê re hebe û got, “Lewra divê ew cihokên avê û çiravkên mêş û kelmêş xwe lê digirin di serê pêşîn de bên ziwakirin. Wek Şaredariya Bajarê Mezin armanca me ya sereta ew e ku em van kêz û mêşan li serçaviyê wan pûç bikin.”
Têkoşîna me 12 mehan berdewam e
Aydin, bi bîr xist ku van rojên dawîn ji nişkê ve pêla germê zêde bûye û kîşwer guhertiye bi vê re kêz û mêş jî zêde bûne û weha gotinên xwe bi dawî anîn:
“Ev kêz û kelmêş derûniya mirovan têk didin. Ev kêz û mêş bê zirar in û mirovan gez nakin. Tenê danê sibê û dane êvarî derdikevin û dikin vizeviz, bi vê derûniya mirovan têk didin. Wek Şaredariya Bajarê Mezin, em sal 12 meh bêrawestan têkoşîna xwe ya dijvektorî didomînin.