Â
Şaredariya Bajarê Mezin, berî Cejna Remezanê bulvar, cade, kuçe û kolan, peyarêkên navenda bajêr bi ava bi şid şûştin.
Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, 17 rojên karantînayê dagerand fersendê, zend û bendên xwe ÅŸidandin û berî Cejna Remezanê li ser bulvar, rêbar, kuçe û kolanên bajêr xebata şûştinê da destpêkirin.  Â
Ekîbên Şaredariyê, cadeyên Gewran, Ekinciler û Rizvanaxa yên Yenîşehrê û cadeyên Gazî û Melikahmet ên li Sûrê tevî peyarêkên wan piştî ku bi ava bi kef paqij kirin paşê bi ava şid lê reşand û şûştin.
Karmendên şaredariyê gend û gilêşê bêserober avêtine derve vêk dan û bi 4 tankerên şûştinê, 2 amûrên maliştinê, 2 amûrên şidandinê û 10 amûrên paqijkirina peyarêkan xebat meşand.