Xwendekarên Mala Zanînê bi lîstikên online şa dibin

Xwendekarên Mala Zanînê ya Şaredariya Bajarê Mezin, di dema karantînayê de beşdarî bernameyên ser tora online dibin û demeke xweş derbas dikin.  

Mala Zanînê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê de xebatên xwe dimeşîne, ji ber 17 rojên karantinayê navber daye perwerdeya rûbirû lewra xebatên xwe li ser torên medyayê bi online dimeşîne.

Xwendekarên ku di branşên cuda cuda de perwerde dibin, ji bilî wextên dersan xebatên kilûbê dimeşînin, beşdarî turnuva û pêşbirkên online dibin û demeke xweş diborînin.   

Xwendekar di bin serperiştiya mamoste û perwerdekaran de beşdarî turnuva û pêşbirkan dibin hişmendiya xwe bi pêş dixin û xwendekarên serkeftî bi diyariyên cur bi cur tên xelatkirin.