Diyarbekir bi gul û kulîlkan tê xemilandin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, evan 17 rojên ji ber karantînayê biryara sînordarkirinê ji bo derkeftina derve hatiye ragihandin, Şaredariyê lez da xebatên xwe yên çaksaziyê.

Serokatiya Beşa Park û Baxçeyan, di vê dema sînoırdarkirina kuçeyê de, li seranserê bajêr xebata çaksazî û xemilandinê li baxçe û seyrangehan daye destpêkirin.

Xebata peyzajê li Bulvara Qamişlo, Bulvara Selahedînê Eyubî, Bulvara Diclekentê, cadeya Elezîzê, Cadeya Ahmed Bîlgîn, Cadeya Ekîncilerê, derdora Parêzgehê û Parka hezretî Silêman da destpêkirin û ji reng û celebên cihê 200 hezar kulîlk û gul û devî çandin û park xemilandin.

Xebatên li ser Eshabê Kehf, korta Tenîsê ya Peyasê, li qada Fuarê ya TUYAP’ê û Birca Keçikê berdewam dikin.

Dê li Kuçeya Hunerê 120 guldankan deynin

Ji bo xemilandina Kuçeya Hunerê 120 guldankên 1 metir bilind ji bo kulîlkên cur bi cur hatin dabînkirin. Her weha ji bo zarokan jî yarîgeh li kuçeyê hate çêkirin.

Her weha, ekîbên şaredariyê di çarçoveya xebatên çaksazî û nûkirinê de amûrên sporê û rûnişdankên kevinbûyî dê nû bike.

Her weha ekîb di park û seyrangehan de xebatên paqijkirina mêrgan û aşêvkirina wan didomînin û ev xebat bi 27 karmend û 14 arazozê têt meşandin.

290 lempe û armatûr hatin nûkirin

Serokatiya BeÅŸa Park û Baxçeyan, li parka KoÅŸuyolê 30, li parka Newrozê 40, li newala Dîcleyê 80, li Anit Parkê 20, li Rêla AÅŸtiyê 12, li parka Birayetiyê 90, li Tema Parkê 10, li parka Ahmed Arîf 8 bi giÅŸtî 290 amatûr û lempe nû kirin. Li Sumerpark, Parka Åžemsê Allak, li Seyrangeha Bihorka Hêştiran hemû projektêr hatin nûkirin. Â