Waliyê Diyarbekirê, beşdarî merasîma Şaredariya Bajarê Mezin ku 5 hezar miştelên zebeşa Diyarbekirê li cotyaran belav dikir, bû.
Şaredariya Bajarê Mezin, Gerînendetîya Daristan û Çandiniyê û Gerînendetîya Navenda Lêkolînên Çandyarî û Perwerdeyê ya GAP’ê bi hev re ji bo cotyarên Diyarbekirê 5 hezar miştelên zebeşan belav kirin.
Di merasîma li Gerînendetîya Daristan û Çandiniyê û Gerînendetîya Navenda Lêkolînên Çandyarî û Perwerdeyê ya GAP’ê de, Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu got ku çi sifre ji wê sifrê bi çêjtir nîn in ku zebeşa Diyarbekirê ligel penîr û nanê Diyarbekirê têkil hev dibe.
Karaloglu bi bîr xist ku li gorî gotina Hekîmê Luqman heçî kesê zebeşa Diyarbekirê bixwe nexweşî pê nagirin, ew zebeş sembola stran, şahî, lorik û rengê me ye, ev çîroka me ye bi sedan salan e ev çîrok didome û Karaloglu weha axivî:
“Em çi fêkiyan ji zebeşa Diyarbekirê şîrîntir, bi tehmtir û avîtir nîn e. Zebeşa Diyarbekir, bi ber û adaniya Dîjle û Hewselê û bi tîna tava herêmê dikele, bi zîç û zibilê kevokan gir dibe, xwemalî me ye aydê me ye û Zebeşa Diyarbekirê markeya herî giring a bajarê Diyarbekirê ye.”
‘Em ê desteka zibil û dermanan bidin cotyaran’
Karaloglu bal kişand ku bi sedan salan e zebeşa Diyarbekirê bi navên şiftî, zebeş, firîk, çilereş û çilespî tê hilberandin.
Karaloglu bi bîr xist ku ji bilî şitil û miştelan desteka wan li cotyaran dê berdewam be û weha gotina xwe bi dawî anî:
“Îro em ê miştelan bidine wan. Lê em bi vê tenê nasekinin. Hevalên me pêdiviya zibil û dermanên zeviyan tespît kirin. Înşelleh em ê zibil û dermanan jî bidine cotyarên xwe her weha Beşa Xizmetên Gundewaran a Şaredariya Bajarê Mezin dê piştgiriya xwe bo cotyaran bidomîne. Armanca me ew e ku em vê nimeta weha xweş bi cur û celebên xwe bo nifşên paşerojê bigihînin. Ez ji bo cotyarên ku em îro miştel li wan belav kirin risq û bereketeke qewî mezin dixwazim.”
Şaredarî destekê dide zebeşvanan
Serokatiya Beşa Xizmetên Gundewaran, ji bo 29 cotyarên ku zebeşa Diyarbekirê diçînin 5 hezar miştel, 10 ton ziblê bi azot, 150 lître dermanê kêçên pelan, 20 lître dermanê pîrepinda sor, 3 hezar litre torf, 400 lître pertîl destek dayê.