Şaredariyê Çatrêka Balafirgeha Diyarbekirê xemiland

 

Şaredariyê li çatrêka 170 hezar metrekare mezin; bi 27 cur û celebî 3 hezar û 500 dar û 55 hezar devî çandin û 120 metrekare mêrg lê raçand.  

Hinek nirxên Çanda Diyarbekirê dê wek maket li çatrêka balafirgehê bên danîn. Maketên ku li gorî xeml û xeqşên deverê hatine amadekirin, li çatrêkê hatin bicihkirin.   

 

Çatrêka Nefelê ya Balafirgeha Diyarbekirê; di çarçoveya xebatên peyzaj û xemilandina jîngehê de tê biseroberkirin.  

Xebatê, meha kanûnê li devera ku mêvanên tên Diyarbekirê ewil rast tên dest pê kir, li ser erdekê 170 hezar metrekare dê xebata peyzajê bê meşandin, beşek ji xebatên binesaziyê bi encam hatin.  

Li deverê pergala avdan û drenajê hate çêkirin. Dever, ji bo çandina dar û devî, gul û kulîlkan hate amadekirin.

 

Li vê derê bi 27 cur û celebî 3 hezar û 500 dar û 55 hezar devî hatin çandin û 120 hezar metrekare jî çîm lê hate danîn. Ji bo pergala avdanê bê kêmasî û domdarî bixebite 2 depoyên avê yên 350 ton avhilgir hatin danîn. Di dewama xebatê de dê 20 hezar devî bên çandin û 50 hezar metrekare mêrg bête lêkirin.   

 

Dê li çatrêkê maket jî hebin

Hin nirx û rewşên Diyarbekirê dê li çatrêka balafirgehê bêne bicihkirin. Ev maketên ku li ser binemayê xeml û nexşên deverê hatine amadekirin, li cihê xwe amade bûn. Maketên Koma Govendê ya Diyarbekirê, Zebeş û Zarok, Sefar, Qedayifçî û Bazinê Hesirî li vê derê hatin daçikandin.   

Li ser qada 170 donimî, ji bo bê destnîşankirin ku Diyarbekirê paytexta cotyarî û heywandariyê ye dê maketên tematîk bên danîn. Tê çaverêkirin ev xebat heta meha tîrmehê amade bibe. Â