Print this page

Şaredarî di cejnê de dibe mêvanê mala we

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di Cejna Remezanê de sê rojan bi konsêrên online dibe mêvanê malan.

Serokatiya Beşa Karûbarên Çandî û Civakî, di dema cejnê de ji ber sepandina qedexeya derketina derve ya bi boneya pandemiyê hatiye ragihandin ji bo xelk demeke xweş derbas bikin dê konserên online li dar bixe.  

Di maweyê cejnê de her roj saet 21:30’ê dê li ser hesabê Youtube yê Şaredariya Bajarê Mezin (YouTube/diyarbakirbld) konser bi online bên weşandin. Roja yekê ya cejnê Suleyman Oduncu bi konsera ‘Ji Her Têlê’, roja duyê İlayda Alan û Ozgur Ekin bi konsera ‘Wel Hasilê Kelam’ û roja sêyê jî Erdal Elaldi, bi konsera ‘Stranên nejibîr’ dê kilamên xwe pêşkêş bike.