DÎSKÎyê pirsgirêka avê ya Çaroxliyê çareser kir

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzayonan a Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), 4 hezar metre xeta avê danî û pirsgirêka avê ya gundê Çaroxliyê çareser kir.  

DÎSKÎ’yê, projeya xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya li gundê Çaroxlî ji ber birîna elektrîkan çêdibû bi encam kir.

Bi boneya projeyê bîreka avê hate avedan, depoyeke 1000 metrekup û 4 hezar metre şebekeya ava vexewarinê çêkir.  

Lêçûna vê projeyê 1 milyon û 600 hezar girt, pê re heke li gund elektrîk biçe jî av nayê birîn.  

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, diyar kir ku sondaj 15-20 lt/sn avê neqil dike depoyê.

Tutşî bal kişand ku bi vê projeyê re êdî gundê Çaroxlî demeke dirêj pirsgirêka avê nakêşe û weha axivî:

 “Divê avê isref nekin, avê ji beredayî ve bernedin. Ava heyî têra gundî dike. Bila xelkê me bi ava qaçax zevî û bîstanên xwe av nedin. Kesên bê abone bila abonetiya xwe çêkin. Ev xizmeta me li Gundê Çaroxlî pîroz be.