Â
Şaredariya Bajarê Mezin, di roja ewil a Cejna Remezanê de rawestgehên otobûsan û serbihorkên ku welatî gelek bi kar tînin bi deterjanê şûştin.
Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, li seranserê bajêr prosesa qedexeya derneketina derve wek keys bi kar anî, li ser rawestgehên otobûsan û serbirok û pirên zêde hatinûçûn li ser paqijî da destpêkirin.
Ji çatrêka Otogarê ya ser Rêka Rihayê heta çatrêka Seyrantepê li wê rêya 8 kilometir rawestgehên girtî û vekirî yên otobûsan, bankên rûniştinê, pirên ser rêyan/serbihork, ji aliye 4 ekîbên her yek ji wan 5 kesî ve hatin paqijkirin.
Xebatên ku ji aliye Serokatiya Beşa Parastin û Kontrola Jîngehê ve bi mebesta parastina tenduristiya gel hatine destpêkirin dê di tevaya cejnê de bidomin.