Şaredariyê di cejnê de jî se û pisîk ji bîr nekirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di dema karantînayê de ku rastî Cejna Remezanê hat û pê re kuçe û kolan ving û vala bûn, se û pisîkên li van kuçeyan vedihewin ji bîr nekirin.

Serokatiya Beşa Karûbarên Tenduristiyê, di van 17 rojên karantînayê de ji bo se û pisîkên kolanan li 4 navçeyên navendî xwerek danî deverên destnîşankirî.    

Ekîban, di Cejna Remezanê de li 140 deverên vehewyana se û pisîkan 490 kîlogram xwerekê se û pisîkan danî û ew xwedan kirin.  

Şaredariya Bajarê Mezin, di her du rojên pêşîn ên Cejna Remezanê de li 210 cihên vehewyanê 630 kîlogram xwerekê se û pisîkan danî.

Ekîbên bi ser Serokatiya Beşa Karûbarên Tenduristiyê, bi şiara “Her Giyan Emanetê Me Ye” heta 17’ê Gulanê dê se û pisîkên kolanan bi destên xwe xwedan bike.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31