DÎSKÎ di cejnê de xebitî

 

Gerînendetîya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), di vê dema karantînayê de ji bo pirsgirêkên avê, kanalîzasyonê û binesaziyê çênebin û welatî mexdûr nebin, bêrawestan dixebite.  

DÎSKÎ, di nav 17 rojên karantînayê ku ji aliyê Kabîneya Serokomariytê ve hatiye ragihandin derhal mudaxeleyê li arizayên avê, kanalîzayonê û binesaziyê dike.  

Ekîb, ji bo welatî mexdûr nebin, li 17 navçeyan 7 rojan 24 saetan di amadebaşiyê de ne, giliyên arizeyan demildest mudaxele dike û çareser dike.  

DÎSKÎ, li gorî bernameya xwe ya bo çaksaziyê li 17 navçeyan bêyî ku bêhna xwe vede mudaxele li arziyan dike û xebatên xwe berdewam dike.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebatên ji aliyên ekîban ve tên meşandin seh kirin û agahî wergirtin.

Tutşî, bal kişand ku ji ber xebata ji dil a karmendên wan di xizmetê de tu kêmasî çênebûne.  Tutşî bal kişand ku ew li her devera bajêr bi dilsozane xebatên xwe dimeşînin û got ku giliyên welatiyan li Alo 185’ê kirine wan destnîşan kirine û demildest çareser kirine.