Print this page

Walî Karaloglu: Em ê li Diyarbekirê pirsgirêka rê nehêlin

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, xebatên rê û rêbaran ên Şaredariya Bajarê Mezin li navçeya Peyasê û gundan dimeşîne seh kir.

Serokatiya Beşa Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, xebatên xwe yên li ser rêyên navenda bajêr û gundan daye destpêkirin bi hemû leza xwe didomîne.

Walî Karaloglu, xebatên li ser rêya gundên Kuzucuk, Karaçali û Gelengoça bi ser navçeya Peyasê seh kirin û xebatên asfaltkirinê berçav kirin.

Karaloglu der barê xebatan de agahî ji rayedaran wergirtin û qewetxweşî li karmendan da.

Karaloglu diyar kir ku xebatên wan bêrawestan berdewam in û got, “me xebatên li ser rêyên gundan seh kirin. Em ê tu pirsgirêka rêyan li Diyarbekirê nehêlin. Bila rêya me ronî be.”

Di sehbêriya Karaloglu de, qeymaqamê Peyasê Unal Koç û serekên beşên Şaredariya Bajarê Mezin jî amade bûn.