Li Licê pirsgirêka avê namîne

Gerînendetîya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), projeyekê bi pêş dixe ku li Licê pirsgirêka avê û binesaziyê ji binî de çareser bike.

Bi projeya ji aliyê DÎSKÎyê ve hate amadekirin li Licê û gundên wê xeteke kanalîzasyonê ya 41 kîlometir tê danîn, xeteke avê ya 48 kîlometir tê danîn û 17,6 kîlometir xeta îsaleyê tê dabînkirin.

Di çarçoveya projeyê de ji bo pêşwazîkirina pirsgirêka ava navçeyê 2 depoyên 700 û 500 metrekup tên çêkirin.

Lêçûna projeyê 64 milyon û 500 hezar lîre ye

Bi vê projeya ku berdêla wê 64 milyon û 500 hezar lîre ye dê pirsgirêka avê û binesaziyê ya navçeyê heta sala 2050’ê bê çareserkirin. Bi vê projeyê re ro 24 saet dê bê navber avê bidin navçeyê.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, ji bo der barê projeyê de hevdîtina bike serdana qeymaqamê Licê Cevdet Bakkal kir.

Tutşî eşkere kir ku wan ji bo cihê projeyê cih peyda kiriye û weha axivî:

 “Bi talimata Walî Munîr Karaloglu em projeyeke mezin li Licê cî bi cî dikin. Me ji bo Dezgehê Parzinandina Avê li navçeya Licê cihek peyda kir. Bi pêkanîna vê projeyê re pirsgirêka avê ya navçeya Licê heta sala 2050’ê tê çareserkirin. Bi saya vê projeyê re pirsgirêka binesaziya navçeyê çareser dibe, pirsgirêka avê namîne.”